Önder Beyter
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 16 Mijdar 2018
ANKARA
Li Yewnanistanê arkeologan şopên bajarekî antîk dîtin.
Li gorî nûçeya ku di CNNê da hat belavkirin, arkeologên Yûnan li başûrê welêt li nêzîkî gundê Chiliomodi yê girêdayî Nîvegirava Peleonezê rastî şopên bajarê antîk Tenea hatin ku tê texmînkirin ev bajarê antîk beriya zayînê di sedsala 12emîn an jî ya 13emîn da bi destê dîlên Cenga Truva yên ku ji Anadoluyê hatin anîn, hatiye avakirin.
Di daxuyaniya Wezareta Çandê ya Yewnanistanê da hat destnîşankirin ku bi xêra berateyên wekî amûrên xemlê, polik û kavilên xaniyan va ciyê bajarê antîk Tenea ku hebûna wê di qeydên dîrokî û gotinên şahidan da derbas dibe, lêbelê heta niha nehatiye tesbîtkirin, hat kifşkirin.
Pêşenga kolanê Elena Korkayê diyar kir ku heya niha wan binkeya bajêr a 672 metrekare ku şopa rêyan û ya hin avahiyan diyar e, derxist meydanê.
Korkayê destnîşan kir ku di kolanê da ew rastî merzelên zarokan hatin ku di temelê xaniyan da hatine çalkirin û wiha dewam kir, "Di şaristaniya Romayê da destûra wê yekê dihat dayîn ku zarokan di temelê avahiyan da veşêrin. Ji ber vê qasê jî em texmîn dikin ku ev berate ji serdema sedsala 1emîn a beriya zayînê an jî ji sedsala 5emîn a piştî zayînê mane."
Arkeolog ji xeynî van, di kolanan da rastî herî, mermer û kevir ên ku di danîna zemînê avahiyan da hatine emilandin û herwiha dîwarên siwaxkirî hatin.
Hat destnîşankirin ku hewş, sitûn û xemla serê sitûnan ew nîşane ne ku mîmariya vê derê pir saxlem bûye û bajar jî bajarekî zengîn û murefeh bûye.
Korkayê diyar kir ku li vê herêmê gelek qadên kolanê yên ji serdema Hellenistik û Romayê hene û herwiha li vê derê ji sala 2013an vir va xebatên kolanê tên kirin. Lêbelê Korkayê got ku ew îsal rastî berateyên bajêr hatin.
Korkayê bal kişand, kolan çiqas bidome ew ê jî ewqas bigihîjin cêrgeyên kevnar ên bajêr û wiha dewam kir, "Me berateyên pir girîng bîter kirin. Û herwiha ev bi tenê beşeke piçûk e ji dîroka bajêr. Di salên pêşiya me da em ê çêtir binirxînin ka em li ser kuderê disekinin."