Elif Orhan
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 16 Mijdar 2018
WASHINGTON
Rêveberiyê Amerîkayê bi hinceta ku di kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî de rola wan heye Suud el-Kahtaniyê şêwirmendê berê yê Prensê Welîehd Mihemed Bîn Selman û Serkonsolosê Stenbolê yê Erebistana Siûdî Mihemed el-Katibî jî di nav de der barê 17 Siûdiyan de biryara mueyideyê da.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hat dayîn de cî dan navên kesên ku ku di çarçoveya Qanûna Mafên Mirovan a Magnîstskyê ya Gerdûnî de hildan lîsteya kesên hildan mueyideyan.
Li gor vê birêvebiriya Washîngtonê Suud el-Qehtaniyê şêwirmendê berê yê Prensê Welîehd Mihemed Bîn Selman û Serkonsolosê Stenbolê yê Erebistana Siûdî Mihemed el-Katibî û arîkarê wî Mahîr Mutreb dijî Salah Tubaîgy, Meshal el-Bostanî, Naîf el-Arîfî, Mihemed el-Zahranî, Mansour Abahussaîn, Xalid el-Otabî, Ebdulezîz el-Hawsawî, Waleed el-Sehrî, Thaar el-Herbî, Fahad el-Balawî, Badr el-Otabî, Mistefa el-Madanî, Safî el-Qehtanî û Turkî el-Sehrî mueyide da destpêkirin.
Di çarçoveya biryara mueyideyê ya Amerîkayê de malên van kesan ên li Amerîkayê hatin rawestandin, hat qedexekirin ku bi Amerîkayiyan re têkiliyên bazirganî deynin. Bal kişand ku biryara mueyideyê 45 roj piştî kuştina Kaşikçi hat.