Haydar Şahin
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 23 Îlon 2017
SANA
Hat ragihandin ku aliyên şer ên li Yêmenê 17 hezar û 123 caran qanûnên şer îxlal kirin.
Li gor xebera ku di SANAya ajansa fermî ya Yêmenê da hat weşandin, di rapora ku Komîteya Neteweyî ya ji bo lêkolîna îxlalkirina mafan hat avakirin da hat diyarkirin ku li hin wîlayetan 17 hezar û 123 caran qanûnên şer hatin îxlalkirin.
Bi 16 hezar û 191 kesên ku şahidiya bûyeran kirine ra axivîn û rapora ku pêşniyazî Civîna Heyama 36an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirin, amade kirin.
Di nav îxlalên ku raporê qalê dike da "çekdarkirina zarokan, hedefgirtina sivîlan, raxistina mayînan, zirardayîna mekanên dîrokî û çandî, êrîşên li ser nexweşxane û personelên tenduristiyê, koça zordarî û windakirin" hene.
Wek mayîn ew ê li ser îxlakirina qanûnên şer 3 hezar dosyeyan teslîmî serdozgeriyê bikin.