Nihat Kavşut
23 Îlon 2017•Rojanekirin: 24 Îlon 2017
QAHIRE
Cinazeyê Mihemed Mehdî Akifê Serokê Konseya Rêberiyê ya Îxwanê yê berê ku li Qahireya paytextê Misrê dema girtî bû û di 89 saliya xwe da wefat kir hat definkirin.
Ebdulmunîm Ebdulmeqsûdê serokê lijneya parastina Akif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir rewşa Akifê li girtîgehê giran dibe û wî dişînin Nexweşxaneya Qesr el-Eynê û li wir wefat dike û nimêja cinazeyê wî li mescida nexweşxaneyê hat kirin û got cinaze bi şev li Goristina El-Emel û El-Wefayê ya li Qahireyê hat definkirin.
Ebdulmeqsûd diyar kir hêzên ewlehiyê ji bo merasima cinazeyê Akif tenê destûrê dan 4 kesan û wiha got: "Polêsan li derdora goristanê çember girtin. Ji bo merasima cinaze tenê destûrê dan min, xanim, keç û neviyê Akif. Hin xizmên wî jî li ber goristanê sekinîn."
Li gor agahiyan hêzên ewlehiyê telîmat dane parêzerê wî ku bi şev bê definkirin.