Hikûmeta Îngilistanê diyar kir ku ji niha û pê ve dê pasaportên kesên ku tên welêt û derdikevin derveyî welêt kontrol bikin û agahiyên der heqê wan de jî qeyd bikin.
Li gor pergala nû, Wezareta Karên Hundir a Îngilistanê dê agahiyên der heqê hemû kesên ku bi rêya hewa, beja û behrê ji welêt derkevin, qeyd bike.
Bi rêya pergala nû ew ê zanibin ku kî ji welêt derket, kî hat welêt. Herwiha ew ê kesên ku li welêt bi qaçaxî dijîn jî bi hêsanî bên tesbîtkirin.
Bi saya vê sîstema nû dê ber li welatiyên îngilîz ên ku bi rêyên qaçax diçin tevlî DAEŞê dibin jî bê girtin. Tê texmînkirin ku nêzî 600 welatiyên îngiliz ji bo tevlî DAEŞê bibin çûn Sûriye û Iraqê.
Ji bo di sîstema nû de astengî çênebin, ew ê bi qademe bikin rewacê.
Li Îngilistanê, ji sala 1198an vir ve, pasaporta kesên ku derdiketin derveyî welêt nedihat kontrolkirin.