29 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala li TRT Haberê beşdarî weşana zindî bû, der heqê rojevê de nirxandin kirin û bersiva pirsan da.
Ala got ku TRT di hemû derbeyên ku heta îro qewimîn de bû hedefa derbekaran û derbasîbûn da TRTyê.
Ji Ala hejmarên dawîn ên di çarçoveya lêpirsîna der heqê teşebûsa derbeyê ya FETO de hat pirsîn. Ala li ser vê yekê wiha axivî: "Hejmara kesên binçavkirî 18 hezar û 44 e. Hejmara yên girtî 9 hezar û 677, yên ku pasaportê wan hatin îptalkirin jî 49 hezar û 211 kes in û tabiî li wezaretên cur bi cur, li her wezaretê, her saziyê kesên ku têkiliya wan bi vê rêxistinê re heye,endamên wan e ji peywir tên dûrxistin. Yên hin kesên, kesên ku têkiliya wan bi derbeyê re heye ji kar tên avêtin."
- "Gel çawa rutbeyan dide wisa dizane ku jê jî bike"
Ala bi bîr xist ku di heman demê de rutbeyên kesên ku ji nav Hêzên Çekdar dawî li karên wan anîn û ew kar avêtin hatin jêkirin, gel rutbeyan dide, kesên di wan rutbeyan de cigê ku lê vîna gel tê temsîlkirin bombebaran kirin.
Ala nirxandina "Ev yek bêhna mirov teng dike. Ma tişteke wiha dibe, ev mirov çawa ev qas nizm bûn. Va ye ev parlemento rûniş, bi rayeya ku Parlementoyê da bi qerarnameyên di hikmê qanûnê de rutbeyên kesên ku tevî teşebûsa derbeyê ya ku ew der bombebaran kirin, hatin jêkirin. Gel çwa rutbe dabe wisa jî dizane ku wan jê bike. Daxist wê astê ango wan vegerand ew cihê ku destpêkirin."
- Girtina dibistanên navîn ên eskerî
Wezîr Ala li ser pirsa gelo dê girtina dibistanên navîn ên eskerî vakahiyekê derxînin holê yan na wiha axivî:
"Yên niha valahiyê derdixînin, ma ji hebûna van çi derdikeve. Ew dibistna bi temamî hatine bidestxistin, hatine asteke wisa ku ji bo welêt pirsgirêk derdixînin, pirs tên dizîn, heqê hemû ewladên gel tê xwarin ew der hebe dê çi be? Ew der dê bên girtin. Zarokên gel, li ba malbatên xwe, di nav civakê de dibin mezûnê lîseyê ne wisa? Bi hezaran mezûnên me yên lîseyê hene. Dê lîseyê normal biqedîne, zanîngehê normal biqedîne, em ê zarokên welêt ji wir hildin û perwerde bikin. Dê Wezareta Parastina Neteweyî, Wezareta Karên Navxweyî vê karê bike. Em ê perwerde bikin û li Ewlehiya Peravan, li Cendirmeyê îstixdam bikin. Wezareta Parastinê jî dê perwerde bike û bide Sererkaniyê, artêşê. Artêş jî dê wan îstixdam bike. Pişt re jî dema ku heta asta generaliyê bên ew kesên ku vîna gel temsîl dikin dê biryara terfiya wan bide û wan tayîn bike."