Önder Beyter
01 Nîsan 2020•Rojanekirin: 01 Nîsan 2020
Li Îngiltereyê zarokekî 13 salî ku hat destnîşankirin pirsgirêkeke wî ye tenduristiyê tunebû, ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mir.
Ismail Mohamed Abdulwahabê 13 salî li Îngiltereyê bû qurbaniyê herî ciwan ê vîrusa koronayê.
Di daxuyaniya malbatê da wiha hat gotin, "Di Ismail da nîşaneyan xwe da der û bi zehmetî nefes hilda. Ji bo Nexweşxaneya Kings Collageê hat veguhestin. Pêşiyê bi cihazê nefesê hat girêdan û dû ra hildan komaya sûnî, lê mixabin duh sibê mir."
Malbatê herwiha diyar kir ku pirsgirêkeke tenduristiyê ya zarokê wan tunebû û herwiha ji ber ku vîrus, şewbeke zehf giran e di maweyên dawîn da ew ne li cem zarokê xwe bûn.
Di daxuyaniya Nexweşxaneya Kings Collageê da jî mirina zarok hat piştrastkirin û wiha hat gotin, "Mixabin zarokekî 13 salî ku testa wî ya Kovîd-19ê pozîtîf derket, mir."
Di nûçeyên çapemeniya Îngiliz da jî hat destnîşankirin ku cinaze hê jî radestî malbatê nekirine, ji ber sedema emrê zarok û herwiha ji ber nebûna pirsgirêkeke tenduristiyê, tê plankirin ku otopsiyê bikin.
Di vê navberê da di rûpelê ku ji bo hevkariyê hat vekirin da seba mesrefên cinazeyê 6 hezar sterlin hat berhevkirin.
Li Îngiltereyê hejmara kesên ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin, di rojekê da 393 zêde bûbû û derketibû 1801ê.