24 Hezîran 2016•Rojanekirin: 25 Hezîran 2016
LONDRA
Encama refanduma Yekîtiya Ewropayê ya ku li Îngiltereyê do hatibû kirin hat eşkerekirin.
Li 382 herêmên hilbijaritinê yên li tevahiya welêt jimartina dayan hat temamkirin.
Li gor encama fermî ya ku li avahiya şaredariya Manchesterê hat kirin diyarkirin ji sedî 72yê hilbijêran beşdarî hilbijartinê bûn, 17 milyon û 410 hezar û 742 kesî ray da ku ji YEyê derkevin, 16 milyon û 141 hezar û 241 hilbijêrî jî ray dan ku ji YEyê veneqetin.
Li gor van denayan ji sedî 52yê gel xwestiye ku ji YEyê derkevin, ji sedî 48ê gel jî xwestiye ku ji yekîtiyê veneqetin.