Haydar Şahin
15 Hezîran 2022•Rojanekirin: 16 Hezîran 2022
Li eyaleta Hurmizgana ku dikeve başûrê rojhilatê Îranê, bi lerza 5,2yan erd hejiya.
Li gor daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî ya di bin banê Enstîtûya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê da ye, navenda erdhejê bajarê Cenahê ya li ser eyaleta Hurmizganê ye û li gor saeta herêmî erd di saet 10.36an da hejiya.
Hat gotin ku erdhej 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û der barê ziyana wê da hê tu agahiyek fermî nehat dayîn.
Navenda Sîsmolojiyê ya Neteweyî îro daxuyandibû ku beriya vê du erdhejên lerza wan 4,4 û 4,5 jî çêbûn.