Mustafa Melih Ahıshalı
05 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Li bajarê Fînê yê eyaleta Hurmuzganê ku dikeve başûrê Îranê bi lerza 5,4ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê navenda erdhejê bajarê Fînê yê li ser eyaleta Hurmuzganê ye û erdhej li gor saeta herêmî di 13.44ê da çêbû.
Hat gotin ku erdhej 14 kîlomêtre di binê erdê da çêbû.
Hê tu daxuyanî nehatiye dayîn bê ka tiştek bi kesî hatiye an jî zirar gihîştiye mal û milk an na.