Mustafa Melih Ahıshalı
27 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2025
Li bajarê Qesra Şîrîn a li ser eyaleta Kîrmanşahê ku dikeve rojavayê Îranê, bi mezinahiya 5,1ê erd hejiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn, navenda erdhejê bajarê Qesra Şîrîn a li ser eyaleta Kîrmanşahê ye û erdhej di saet 04.32yan da çêbû.
Erdhej 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û walîtiya eyaletê ragihand ku tiştek bi kesî nehati û zirar negihîşt mal.