Türkan Tosun
25 Adar 2020•Rojanekirin: 26 Adar 2020
Berdevkê Hikûmeta Îranê Elî Rebî daxuyand ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derketina bajêran û seyahat hatin qedexekirin.
Rebî piştî civîna Lijneya Wezîran a li Tehranê daxuyanî da televizyona dewletê.
Rebî got biryara qedexeyan yên ku Serokomar Hesen Ruhanî eşkere kiribûn ji hemû saziyan ra hatin şandin û wiha axivî: "Serokomar telîmat da ku derketina bajêran û seyahat bên qedexekirin. Ev biryareke teqez e, hin welatî dibe ku ji vê razî nebin, lê ji bo ewlehiya canê gel ev biryar divê bên dayîn."
Rebî anî ziman heke ev biryar bên binpêkirin, hêzên ewlehiyê û meqamên edlî wê bi wan kesan ra eleqedar bibin.
Rebî daxuyand dema welatiyên ji ber Cejna Newrozê derketin betlaneyê bizivirîn dibe ku şewb dîsa dest pê bike, ji ber vê ji îro pê va divê veger dest pê bikin.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî îro daxuyandibû ku wan pêla ewil a vîrûsa koronayê ya nû (Kovîd-19) derbas kiriye lê dema welatiyên ji ber Cejna Newrozê derketin betlaneyê zivirîn dibe ku şewb dîsa dest pê bike, ji bo ku şewb dîsa dest pê neke ew tevdîrên berfireh dibînin.
Ruhanî anîbû ziman gel divê ji bo van qedexe û sînordarkirinan xwe amade bike.
- Têkoşîna Îranê ya dijî vîrusa koronayê
Piştî Çîn, Îtalya û Îspanyayê herî zêde li Îranê mirov ji ber vîrusa koronayê mirin.
Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qumê ev nexweşî hatibû tesbîtkirin.
Li welêt ji 24 hezarî zêdetir kes bi vê şewbê ketin, 2 hezarî zêdetir mirov jî ji ber wê mirin. Qasî 9 hezar kes jî di nexweşxaneyan da hatin tedawîkirin û ji wir derketin.