19 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2017
TEHRAN
Li Tehrana paytexta Îranê di kargeheke 17 qatî da şewateke ku sedema wê hê ne diyar e, derket.
Navenda Kar a Plaskû ya 17 qatî ku lê atolyeyên plastîk û tekstîlê hene û li ser Xaçerêya Stenbolê ye û herwiha Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê jî li ser heman rêyê ye, di encama şewatê da rûxiya. Di şewatê da herwiha 30 neferên agirkujiyê birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ber destê sibê di qatên jorê yê avahiyê da ji ber sedemeke ku hê diyar nebûye, şewat derket û li gorî encamên pêşîn 30 neferên agirkujiyê tê da birîndar bûn. Piştî xebateke dûdirêj ekîbên agirkujiyê şewat vemirandin û lê avahî ji ber şewatê tep bû. Dîsa ji ber şewatê camên hin avahiyên derdorê jî şikiyan.

Li gorî agahiya ku ji Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê hat wergirtin, ji ber rûxîna avahiya ku şewitî, balyozxaneya Tirkiyeyê hat valakirin. Herwiha hat ragihandin ku zirar negihîşte avahiya balyozxaneyê.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn berdewam e.