02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ÎSTANBUL
Li Îranê 73 parlementerî peyamek ji mezinê welêt Ayetullah Xameney re nivîsî û ji bo paytexta welêt ji Tehranê bê barkirin piştgirî xwestin.
Parlementer Ebûlfazl Ebûturabî daxuyanî da Ajansa Nûçeyan ya Meclisa Îranê û got ku ji ber nifûsê qerebalix, hewaya qirêj, tirafîqa zêde û rîska erdhejê, pêşnûmaya barkirina paytext hat amadekirin û di kanûna sala 2013an de ji meclisê derbas bû. 73 parlementerên ku dixwazin ev pêşnûma bê sepandin ji bo piştgiriyê ji Xameney re peyam şandin.
Ebûturabî got ku di meha rêbendanê de şewata li navenda kar ya Plaskoyê 25 kes mirin û wiha dewam kir: "Ev jî nîşan dide ku ji aliyê bajarvaniyê ve li Tehranê talûkeyeke mezin heye. Parlementeran di peyama xwe de ji Xameney re gotin ku ji bo paytext bê barkirin bila alîkariyê bide rayedaran û rê nîşanî wan bide."