02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
CENEVRE
Nûnerê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Fûad Elîko, diyar kir ku dê di operasyona rizgarkirina Reqqayê de hêza serekî ji ereban pêk were û wezîfeya PYD/PKKyê jî tenê bi dorpêçkirinê sînordar bimîne.
Elîkoyê ku di civînên Cenevreyê de ku cara 4emîn birêve diçin rêxistina kurdan ENKSyê temsîl dike, der barê PYD/PKKê û operasyona Reqqayê de bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî.
Elîko ragihand ku ji aliyekî ve Cenevre berdewam e û ji aliyê din ve jî şandeya têkiliyên derve ya ENKSyê li Emrîkayê hevdîtinên resmî dike.
Der barê ziyareta Emrîkayê de Elîko wiha agahî dan: "Emê ENKSyê bi berpirsên emrîkî bidin nasîn. Emê qala têkiliyên xwe bi muxalifan û dewletên din re bikin û emê daxwazên xwe bînin ziman."
Di rexneya PYDyê de Elîko nirxandina xwe wiha kir:
"PYD, ji aliyê PKKyê ve wek rêxistineke totalîter hatiye avakirin. Di PYDyê de tiştekî bi navê heqê însan tuneye. Ji xeynî siyasetmedaran zilmê li sivîlan jî dike. Arîkariyên ku ji Neteweyên Yekbûyî tên tenê li alîgirên xwe belav dikin, ên din mehrûm dihêlin."
- "Federasyon yekalî nayê ragihandin"
Li ser ragihandina federasyonê ji aliyê PYDyê jî Elîko raya xwe wiha anî ziman:
"Federasyon yekalî nayê ragihandin. Eger wisa be dê her grûb di herêma ku kontrol dike de federasyonê îlan bike. Ev jî ne mentiqî ye û ne jî li gor hiqûqê navneteweyî ye. Federasyon bi rizamendiya xelkê tê îlankirin. Wekî din jî di dewletên ku xwedî binyadeke unîterî ne federasyon nayê îlankirin. Pêşî divê sîstema dewletê federalî be. Piştre civîneke neteweyî tê kirin û şiklê federasyonê tê nîqaşkirin. Federasyon nayê me'neya parçekirinê."
- "Ji bo vegera Pêşmergeyê Sûriyê hevdîtin berdewam in"
Elîko der heqê derbasbûna Pêşmergeyê Rojava bo Sûriyê jî wiha axivî:
"Pêşmergeyê Rojava, ji eskerên ku sala 2012an ji rejimê veqetiyan pêk hat. Lê wê demê ji ber ku rejimê herêma kurdî kontrol dikir Pêşmerge mecbûr ma bireve Herêma Kurdistanê. Mesûd Barzanî ew anîn ser hev. Gencên nû jî beşdarî wan bûn. Halê hazir ji 6 hezarî zêdetir hêza Pêşmerge heye. Em hewl didin ku ev jimar derkeve 10 û 15 hezaran. Ev hêz dê ji aliyên hêzên navneteweyî ve were perwerdekirin. Ji bo çûna Pêşmerge bo Sûriyê lihevkirineke navneteweyî lazim e. Bi taybetî di navbera Emrîka, Tirkiye û Barzanî de. Ji bo derbasbûna Pêşmerge hevdîtin didomin. Hê encameke erênî derneketiye."
Herwiha bal kişand ser hewldanên Emrîka û Fransayê ku par xwestin PYD/PKKyê û ENKSyê nêzîkî hev bikin û got: "Me şertê derbasbûna Pêşmerge bo Sûriyê danî ber wan. PYD, bêyî ku tiştekî bide dixwaze me ji bo reklama xwe bi kar bîne."
Elîko, diyar kir ku dê di operasyona rizgarkirina Reqqayê de hêza serekî ji ereban pêk were û wezîfeya PYD/PKKyê jî tenê bi dorpêçkirinê sînordar bimîne û wiha pê de çû:
"Bawer nakim ku rê bidin PYD derbasî Reqqayê bibe. PYD, ji aliyê Emrîkayê ve li derdora Reqqayê wek piştgira lojîstik tê bikaranîn. Hêza serekî ya bikeve Reqqayê dê ji ereban pêk were. Wezîfeya PYD/PKKyê jî dê tenê bi dorpêçkirinê sînordar bimîne. Ji 100 hezarî zêdetir gencên kurd ji bo di bin alaya PYDyê de şer nekin reviyan. Ji milyonekê zêdetir kurd ji zilma PYDyê reviyan. Yên digel PYDyê dijîn piştgirên Esed in bi talîmata wî li wir man."