28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
QUM
Li Îranê rojnameya Şaheyî Sebz a wek nêzî mixalifan tê zanîn hat girtin.
Li gor xeberên ku di çapemeniya Îranê da hatin weşandin, rojnameya Şaheyî Sebza ku navenda wê Qum e bi biryara serdozgeriya bajêr hat girtin.
Hat diyarkirin ku bi hinceta xebara ku roja şemiyê hat weşandin û tê da heqaretê li sakinên Taxa Nîrûgahê dikin rojname hat girtin. Der heqê midûrê weşana gişkî ya rojnameyê da jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di daxuyaniya Şaheyî Sebzê da jî wiha hat gotin: "Xebera me ya bi navê 'Zara/zarê min bi tena serê xwe neçe taxa Nîrûgahê' sakinên taxê aciz kiriye. Em ji hemû gelê Qumê û bi taybetî jî ji gelê Taxa Nîrûgahê lêborînê dixwazin û nivîsê şermezar dikin."
Di rojnameya Nîrûgahê da guleteqandina li Taxa Nirûgahê hatibû rexnekirin û di xeberê da gotibûn "Zarê/zara min bi sîlah neçe daristana Nîrûgahê. Tê bêjî ku li wê derê heywan hene? Na. Însan hene. Destê sibê keleşkofan bi kar tînin."