28 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
NEW YORK
Mihemed Elî Jr. yê kurê boksorê navdar ê amerîkî Mihemed Elî behsa binçavkirina xwe ya li balafirgeha Mîamiyê kir û wiha got: "Ez amerîkî me lê, êdî ez ne rehet im û xwe di nav rewşeke ewle de nabînim."
Mihemed Elî Jr (44) li Balafirgeha Fort Lauderdaleyê hat binçavkirin û qasî 2 saetan der barê baweriya xwe de îfade da û paşê serbest hat berdan.
Elî û diya wî Khalîlah Camacho Elî ji nûçegihana AAyê re behsa binçavkirinê kirin.
Elî got ku di 7ê sibatê de dema ew ji Jamaîkayê vegeriyaye Amerîkayê rayedaran ji wî pirsîne ew misilman e an na û wiha dewam kir: "Ewil navên min pirsîn. Min got Mihemed Elî Jr. Ji min pirsîn ku kî ev nav daye te û min got 'diya min û bavê min'. Paşê dînê min pirsîn û ez metel mam û min got 'ez misilman im'. Ji min bawer nekirin û ez birim odeyeke din. Li wir jî heman pirs ji min pirsîn. Qasî saetek û 45 deqîqeyan ez li wir dame sekinandin û bêyî ku ji min lêborînê bixwazin ez berdam."
- "Bavê min sax bibûya..."
Elî Jr, got ku heqên wî hatin îxlakirin û hetanî ku Donald Trumpê Serokê DYAyê li ser text be heman tişt dibe ku dîsa bên serê wî û wiha axivî:
"Ez ketim halekî wisa ku ne dizanim çi bikim ne jî çi bifikirim, wek halê ku di merasima cinazeyê bavê min da hate serê min. Bavê min sax bibûya ew ê bigota 'Tu misliman î. Biaxive û guh bide qanûna me ya bingehîn.' Ez ji Amerîkayê me û xwe rihet û di ewlehiyê da nabînim. Ku dinê merivan bipirsin û azadiya dîn asteng bikin ew li dijî qanûna bingehîn e, şaş e û dibê vê carekî dîsa nekin."
- "Ez di fikaran da me ku di vegerîna Heccê da jî min binçav bikin"
Elî Jr, got di fikaran da ye çaxa ku hecê xwe bike û bizvire dîsa bê binçavkirin û wiha axivî: "Ew ê mislimanên ji Amerîkayê yên ku dizvirin malên xwe jî dersînor bikin?"
Elî Jr, got derxistina profîla dînî ya merivan tiştekî nebaş e, dibê vê cudakariya ku li mislimanan dikin bidawî bikin.
- "Tu misliman î?"
Khalîlah Camacho Eliya jina Mihemed Elî û diya Elî Jr, jî got ku heman pirs jê wê jî pirsîn û wiha pê da çû:
"Di kontrola pasaportê da kurê min li pêş ez li paş bûm. Pasaportên me ji me standin û paşê em birin ciyekî din. Digel min got em bi hev ra ne, lê dîsa jî em birin ciyên cuda. Min ji wan ra got ez jina Mihemmed Elî me. Ji min pirsîn 'tu ji ku yî?' Min got jidayîkbûna min Chicago ye. Dema pirsîn, 'tu misilman î?' min got 'ev pirseke şexsî ye'. Paşê bi şaş û meteliyê min got ez misilman im. Tu hincet û sedem destnîşan nekirin ka çima min digirin û wan 45 deqîqe şûnda ez berdam."
- "Mihemmed Elî wê Trump naqawt bikira"
Khalilah bal kişand ku îslam û misilmanan wekî terorîst dibînin û bi vî helwesta xwe îslamê dixin talûkeyê û wiha xeberda, "Wateya îslamê aştî ye. Tu dîn nefret an jî kuştinê emr nake. Çi misilman çi ne misilman ne li hemberî bêgunehan, li hemberî sûcdaran miemele bikin."
Ji bo pirsa "Heger Mihemmed Elî li heyatê bûya, berteka wî dê çawa bûya?", Khalilah bi devkenî wiha bersiv da, "Wê biçûya Qesra Spî û Trump naqawt bikira."
- "Ev dîktatorî ye"
Parêzerê malbatê Chrîs Mancînî jî diyar kir ku ji her derê dinyayê ji misilmanan têlefon û e-poste ji wî ra tên.
Mancînî got ku rêxistinên misilman dest bi çêkirina lîsteya kesên ku nikarin bikevin welêt kirin. Mancînî diyar kir ew hîn bûn ku li balafirgehan pirsên wek "Tu rojê pênc dana nimêj dikî, melayê te kî ye, tu sunnî yî, şîe yî, tu endamê grûbeke misilman î, tu xêncî Quranê çi dixwînî?" pirs dikin.
Mancînî got ku hikûmetê van sepandinên xwe bidomîne û wiha dewam kir: "Trump dertê têlevîzyonan û dibêje ku ev ne qedexeya misilmanan e. Ev derew e. Hikûmet çi dike, li balafirgehan çi tên pirskirin, em navê Mihemmed Elî Jr. û diya wî û navê sedan kesan hîn dibin ku fêm bikin. Li gor wê jî em ê hereket bikin."
Heta ku bûyer neqlî dadgehan nebe, hikûmet xwe ser makezagonê va nabe û Trump serî li ber dadgehê jî radike û wiha dewam kir: "Ev dîktatorî ye û dadgeh jî ji bona ku her kirina mirovên wek wî asteng bike, hene."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 27ê rêbendanê da biryarnameyek îmze kiribû û li gor biryarnameyê ji bo 7 welatên ku piraniya welatiyên wan misilman in, 3 mehan vîze tên qedexekirin. Dadgerekî federal ev biryar dabû sekinandin. Lê ev çend hefte ne ku li gelek balafirgehan bi taybetî ji bo rêwiyên misilman pirsgirêka proseduran tê derxistin û ev jî timî di raya giştî tê gotin.