Elif Orhan
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Serdozgerê Îranê Mihemed Cafer Muntezerî kesên ku mecbûriyeta sergirêdanê protesto dikin bi tundî rexne kir.
Li gor ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî Mûntazerî li paytext Tehranê ji rojnamevanan re axivî û got ku protestovana ku wekî "Keça Kolana Înqilabê" tê naskirin û xwepêşandana ewil a dijî mecbûriyeta sergirêdanê kir "karekî zarokane" kir.
Muntezerî got ku "Ev tevgera zarokane tenê ew yek e ku keçikeke xema di nav jiyana rojane ya mirovan de dema ku ji rê derbas dibûn şerpeya xwe derxistiye û hejandiye û hin kesan jî ew qeyd kirine û di çapemeniya civakî de weşandine."
Muntezerî protestoya navborî wekî "daxwaza dijminan" bi nav kir û bi bîr xist ku bi qesdî vekirina şerpeyê dijî qanûnan e.