Elif Orhan
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
BEXDA
Hat ragihandin ku rêveberiya navendî ya Iraqê ji bo ku mehaneyên karmendan ên li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bê dayîn nêzî 200 milyon dolar şand.
Endamê komîteya Darayiyê û parlementerê Kurd ê li Parlementoya Iraqê Mesûd Heyder der barê mijarê de daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Rêveberiya li Bexdayê ji bo dayîna mehaneyên karmendên wezaretên Tendirustî û Perwerdeyê 250 milyar dînarên Iraqê (nêzî 200 milyon dolar) şand."
Heyder got ku "Wezareta Darayiyê ya Herêma Kurdistanê jî teyît kir ku mîqdara navborî giha destê wan û dê di demek nêz de mehaneyên karmendên wezaretên eleqedar bên dayîn" û qal kir ku komîteya ku der barê mehaneyên karmendan a di navbera Bexda û Hewlêrê de xebatên xwe bêastengî dewam dikin.
Heyder îdia kir ku li HKIyê nêzî 700 hezarî karmend hene û parast ku ev yek bi daneyên li rêveberiya navendî re hema hema wekî hev e.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kiribû ku di qeydên karmendan ên HKIyê de sextekarî û şaîbe heye.