BEXDA
Li Bakûbaya Îraqê êrîş li wesayîta polêsan kirin. Di encama êrîşê de peywirdarekî ewlehiyê mir û 2 peywirdar jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê girt, li navçeya Mîkdadiyê ya Bakûbayê dema ku wesayîta polêsan derbas dibû, teqînek pêk hat.
Di encama êrîşê de peywirdarekî ewlehiyê mir û 2 peywirdarên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Mîkdadiyeyê tedawî dibin.