ANKARA
Li bakurê Îraqê erdhejeke ku lerza wê 4,5 bû, qewimî.
Li gor agahiyên Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Rasatxaneya Qandîllîyê ya Zanîngeha Bogazîçîyê û Enstîtuya Lêkolîn û Şopandina Erhejê di saet 04.10an de erdhejeke bi lerza 4,5 qewimî.
Lerza ku 4 kîlometre di bin erdê de qewimî li Çûkûrcaya navçeya Hekkarî û Ûlûdereya navçeya Şirnexê ya ku nêzî Îraqê ne jî hat hîskirin.
Hat diyarkirin ku li bakurê Îraqê di saet 05.12an de lerza piştî erdhejê bi mezinahiya 3,3 qewimî.