Mustafa Deveci
25 Tebax 2024•Rojanekirin: 26 Tebax 2024
Wezîrê Parastina Îsraîlê Yoav Gallant ragihand, piştî "êrîşa rêlêgirtinê" ya wan li dijî Libnanê da destpêkirin û her wiha bersivdayîna Hizbullahê ya sûîqesda li dijî Fuad Şukur, li Îsraîlê ji bo 48 saetan rewşa awarte hat ragihandin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê da hat destnîşankirin ku Gallant ji ber "rewşa li eniya hundur" rewşa awarte îlan kir.
Hat diyarkirin ku rewşa awarte dê 48 saetan derbasdar be.
- Li Tel Avîvê û bakurê Îsraîlê sînordarkirin hatin cîbicîkirin
Ji ber pevçûnên dawîn ên bi Hizbullahê ra ji xeynî Tel Avîvê li herêmên li bakurê Îsraîlê jî hin sînordarkirin hatin cîbicîkirin.
Di vê çarçoveyê da ji bo cihên servekirî civînên ji 30 kesî zêdetir, jii bo cihên sergirtî jî civînên ji 300 kesî zêdetir hatin qedexekirin.
Ji xeynî vê, plajên nêzîkî sînorê Libnanê jî dê neyên emilandin.