Li gor agahiyan ji rêvebirên Hizbûllahê Hesen Hulu el-Laqîs, li Lubnanê, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşê hat û hat kuştin.
Hizbûllahê daxuyaniyeke nivîskî da û di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Yek ji serokên berxwedana Îslamê Hesen el-Laqîs, duh êvarê piştî ku ji kar vedigeriya malê, li ber deriyê xwe rastî êrîşê hat. Laqîs di vê êrîşê de hat kuştin."
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku berê jî li dijî Laqîs hewldanên sûîqastê pêk hatibûn û "Di vê sûîqastê de tiliya Îsraîlê heye."
Di daxuyaniyê de vê îfadeyê jî cih girt: "Divê dijmin berpirsyariya vî sûcê qirêj qebûl bike û hilde ser xwe."