Enes Canlı
19 Adar 2025•Rojanekirin: 20 Adar 2025
Li Îsraîlê bi deh hezaran kesan dest bi protestoyan kirin ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu û hikûmeta wî êrîşên dijî Xezeyê cardin dan destpêkirin û dixwazin peywirê ji destê Ronen Barê Dîrektorê teşkîlata îstixbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn-Betê (Şabak) bigirin.
Cihê sereke yê protestoyan Qudsa Rojava ye ku Meclis, Serokwezîrî û avahiyên din ên hikûmetê lê ne.
Xwepêşandêran serê sibehê otorêya nimro 1 ji trafîkê ra girt ku xeta sereke ya di navbera Tel Avîv-Qudsê da ye. Ji ber xwepêşandanan di rêyan da rêzên dûr û dirêj çêbûn.
Her wiha bi deh hezaran kesên ku li Qudsa Rojava li meydana nêzîkî avahiyên wezaretan kom bûn jî xwestin ku hikûmeta Netanyahu îstifa bike û hilbijartina pêşwext were kirin.
Siyasetmedarên payebilind ên berê yên wekî Serokwezîrê berê Ehud Barak û Wezîrê Parastinê yê berê Moşe Yaalon jî beşdarî protestoyan bûn.
Yair Lapidê Serokê partiya mixalefeta sereke Siberoj Heye jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bangî Îsraîliyan kir ku beşdarî xwepêşandanan bibin û wiha got, "Ji ber ku meşrûiyeta hikûmeta Netanyahu nema, me biryar da em dakevin qadan."