Nihat Kavşut
02 Tebax 2020•Rojanekirin: 03 Tebax 2020
Li Îsraîlê bi hezaran kes bi hinceta hikûmet têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) baş nameşîne û ji ber doza gendeliyê ya der barê wî da dijî Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da xwepêşandan li dar xistin.
Li gor nûçeya di malpera rojnameya Haaretzê da derket di serî da Quds û Tel Avîv li 260 ciyên curbecur yên Îsraîlê bi daxwaza îstifaya Netanyahu xwepêşandanên dest pê kirin îro jî didomin.
Saziya Weşana Kamuyê ya Îsraîlê (KAN) ragihand ku bi hezaran kes li Qudsê li ber Serokwezîriyê kom bûne.
Çapmeniya herêmî jî diyar dike ku îhtimal heye xwepêşandan zêde bibin.
Li Îsraîlê ji 2 mehan zêdetir e bi daxwaza îstifaya Netanyahu xwepêşandan tên kirin.