Önder Beyter
02 Tebax 2020•Rojanekirin: 02 Tebax 2020
Li ser asta dinyayê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji 18 milyonî derbas bû.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta dinyayê hejmara kesên bi vîrusê ketin gihîşt 18 milyon û 23 hezar û 614an.
Welatê ku hejmara pêketiyan herî zêde ye, Amerîka ye û hejmara wê jî 4 milyon û 764 hezar û 318 e.
Piştî Amerîkayê welat û hejmara pêketiyan wiya ye:
Brezilya (2 milyon û 708 hezar û 876), Hindistan (milyonek û 751 hezar û 919), Rusya (845 hezar û 443), Afrîkaya Başûr (503 hezar û 290), Meksika (434 hezar û 193), Peru (422 hezar û 183), Şili (357 hezar û 658), Îspanya (335 hezar û 602), Îran (306 hezar û 752), Kolombiya (306 hezar û 181), Îngiltere (303 hezar û 952), Pakistan (279 hezar û 146), Erebistana Siûdî (277 hezar û 478), Îtalya (247 hezar û 832) û Bangladeş (239 hezar û 860).
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan derket 231 hezar û 869an.
Welatên ku hejmara pêketiyan ji 100 hezarî zêdetir e:
"Almanya (211 hezar û 77), Arjantin (196 hezar û 543), Fransa (187 hezar û 919), Iraq (126 hezar û 704), Kanada (116 hezar û 599), Qeter (110 hezar û 911) û Endonezya (109 hezar û 936)."
Kovîd-19a ku li bajarê Wuxanê yê Çînê derket û li zêdetirî 200 welat û herêmî belavbû. Li ser asta dinyayê ji ber Kovîd-19ê 688 hezar û 949 kes mirin.