KÎEV
Sekreterê Lijneya Ewlehiya Netewî û Parastinê (LENP) ya Ûkraynayê Andrey Parûbiy ragihand ku li Ûkraynayê nîmseferberî hat îlankirin.
Parûbiy daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku li welêt ji bo kesên ku bikaribin bibin leşker nîmseferberî hat îlankirin û got ku biryara LENPê ya seferberiyê ji aliyê Cîgirserokê Dewletê Aleksandr Turçînov ve wek biryarname hat îmzekirin û kete rewacê.
Parûbiy destnîşan kir ku bi biryara LENPê artêşê jî xwe amade kir.
Di vê navberê de Parlementoya Ûkraynayê ji bo geşedanan vê sibehê civiya. Beriya rûniştinê di navbera parlementer û endamên LENPê de civîna îstîşareyê hat lidarxistin.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn duh ji bo ku artêşa Rûsyayê li der û dora sînorê Komara Xweser a Kirimê ya ku girêdayî Ukraynayê ye bi cih bike, ji Konseya Federasyonê ku di ser Parlementoyê re ye destûr xwestibû. Li ser vê destûrê Lijneya Ewlehiya Netewî û Parastinê ya Ûkraynayê acîl civiyabûn.