HEWLÊR
Serokê Listeya Îtifaqê ya Kurdistanê û Parlementerê Iraqê Fûad Mahsûm got: "Heke Parlamenterên Kurd ji ber qeyrana neftê ji Parlamentoya Iraqê vekişin dê ev vekişîn bibe helwesteke xwekujiyê."
Mahsûn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sedema qeyrana siyasî ya li Iraqê diqewime li hev nekirina komên etnîk û olî ne û wiha got: "Ji bo normalbûna Iraqê pêdivî bi demeke dirêj heye. Lewra civak ji hev şik dikin. Şiî bi fikarin, ditirsin ku salên bi xof û zilm ên Sadem dîsa bên. Sunî jî ditirsin ku hemû iraqiyan bikin şiî. Kurd jî hê bi tirsa qetlîama Helebçe û Enfalê dijîn."
Mahsûn got ku divê 57 parlemneterên kurd ên di parlamentoya Iraqê de ne, piştî qeyrana neft û butçeyê xebatên xwe yên siyasî yên di bin banê meclisê de birêvedibin bidomînin û wiha dewam kir: "Vekişîna parlamenterên kurd ji bo rewşa siyasî dibe sedema pevçûnê. Bedela biryareke wiha dibe ku ji bo kurdan giran be."
Mahsûn got ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze mafên xwe yên ku di zagona bingehîn de jî cih digre bikar bîne û bazirganiya neftê bike. Mahsûn, anî ziman ku Bexda bi aqilê berê yê siyasî tevdigere û ber li firotina neftê ya hikûmeta HKIê digre. Mahsûn da zanîn ku hikûmeta Iraqê sîstema federal ji bîra dike û li gor hikûmeta navendî tevdigere û dixwaze ku hemû mafan hilde dest. Ev jî dibe sedema qeyranên siyasî."
Mahsûn bi bîr xist ku hikûmeta Bexdayê her sal kartê butçeyê li dijî hikûmeta Hewlêrê bi kar tîne û wiha dewam kir: "Pirsgirêka neft û xazê ya di navbera hikûmeta Bexda û Iraqê de ye divê li gor zagonan bê çareserkirin. Lê ev pir hêsan nîne. Lewra serdema hilbijartinan dest pê dike. Ji ber vê yekê divê di demeke kurt de butçe bê qebûlkirin."
Mahsûn îfade kir ku her du alî jî li gor xwe zagona bingehîn şîrove dikin, ji ber vê yekê jî divê di mijarên ku her du alî li ser bi hev nakin de biryara dawî Dadgeha Federal a Iraqê bide.
57 parlamenterên ku ji partiyên cuda yên kurdane di Parlementoya Iraqê de cih digrin, beşdarî pêşnumaya butçeyê ya 2014an nebûn. Parlamenterên kurd îdia dikin ku du xalên di butçeyê de cih digrin bi temamî li dijî HKIê ne. Hin parlamenteran diyar kiribû ku heke qeyrana butçeyê dewam bike dê ji parlamentoyê vebikişin.