Ekip
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
ESKIŞEHÎR
Li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngehê Osmangaziyê lêkolînerekî alîkarê dekan, sekreterê fakulteyê, hîndekar û mamosteyek kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.
Lêkolînerekî li Eskîşehîrê Zanîngeha Osmangaziyê 4 kes kuştin 3 jî birîndar kirin.
Li gor agahiyan Dogukan Bê li Fakulteya Perwerdeyê lêkolîner bû ji ber sedemeke nediyar li qatê sêyan ê fakulteyê Cîgirê Dekan Mikail Yalçin, Sekreterê Fakulteyê Fatih Ozmutlu, lêkolîner Yasir Armagan û mamoste Serdar Çaglag bi çekê kuştin. 3 jî birîndar kirin.
Gumanbar hat binçavkirin û gelek ambûlans çûn cihê bûyerê.
YOKê der barê êrîşa çekdarî de lêpirsîna îdarî da destpêkirin
- YOKê endamekî ji Lijneya Kontrolkirinê ya Hîndekariya Bilind peywirdar kir ku li ser êrîşa çekdarî ya li Zanîngeha Osmangaziyê lêpirsîna îdarî bike.
- YOK:
- "Der barê kesê ku êrîşa çekdarî kir de 3 daxwaznameyên giliyê ji Serokatiya me re hatine ku dibêjin ku ew buxtanker e, ev daxwazname ji bo ku miamele bê kirin ji Rektoriya Zanîngeha Osmangaziyê ya Eskîşehirê ya peywirdar û rayedar re hat şandin ku ya hewce bê kirin"
Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK) endamekî ji Lijneya Kontrolkirinê ya Hîndekariya Bilind peywirdar kir ku li ser êrîşa çekdarî ya li Zanîngeha Osmangaziyê lêpirsîna îdarî bike.
YOKê der barê îdiaya dibêje ku der heqê kesê ku êrîşa çekdarî ya li Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Osmangaziyê ya Eskîşehîrê kir de ji aliyê zanîngeh û YOKê ve tu miamele nehatiye kirin de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku der barê kesê ku êrîşa çekdarî kir de 3 daxwaznameyê giliyê yên dibêjin ku ew buxtanker e dan Serokatiyê û wiha hat gotin:
"Ev daxwazname li gor madeya 53yemîn a Qanûna Hîndekariya Bilind a bi nimreya 2547 ji bo ku ya hewce bê kirin ji Rektoriya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ya peywirdar û rayedar re hat şandin. Ji aliyê rektoriyê ve agahî hat dayîn ku der barê wî kesê de lêpirsîna ku berê hatibû vekirin dewam dike."
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku endamekî ji Lijneya Kontrolkirinê ya Hîndekariya Bilind hat peywirdarkirin ku li ser êrîşa çekdarî ya li Zanîngeha Osmangaziyê lêpirsîna îdarî bike.