Qedera mamoste Buşra Sezgîna ji Samsunê, Naîle Satilmişa ji Konyayê û Ozge Cansuya ji Erdexanê li gundê Beşatliya Yuksekovaya (Gever) Hekariyê wan anî cem hev.
Ciwanên ku her tim xeyala mamostetiyê dikirin dema tayîna wan derket kêfxweş bûn, lê ji ber ku li Geverê hatin wezîfedarkirin jî xemgîn bûn. Lê piştî ku dest bi wezîfeya xwe kirin gundiyan eleqeyeke mezin nîşanî wan da û ew hezkirin, fikrên wan ên der barê herêmî de jî guherî.
Her sê mamosteyan xwe gihandin Komeleya Zarokên Bihêvî û ji bo ku pirsgirêkên zarokan çareser bikin dest bi xebatan kirin. Mamoste bi alîkariya xwendekaran hînî kurdî bûn û li ser medayaya civakî jî bang kirin ku gel alîkariyê bişîne zarokên herêmê.
- "Em sipasiya her kesê ku alîkariyê dane dikin"
Buşra Sezgîna ji Samsunê tayînê Geverê bû ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku li dibistanên gund hewcedarî tu caran naqedin û wiha axivî: "Dema ku em nû hatibûn pirsgirêkên me gelek bûn, lê me guh nedayê. Roniya çavên zarokan kelecan da me ku em bixebitin. Me xwe gihande Komeleya Zarokên Bihêvî û saziyên din ku em pirsgirêkên zarokan çareser bikin. Komeleyê heman bersîv da me û hewcedariyên zarokan şandin. Em sipasiya her kesê ku alîkariyê dane dikin."
- "Dema ku ez nû hatim ez 3 roj bendê mam ku bûyer çêbibin"
Mamoste Naîle Satilmişa ji Konyayê jî wiha got: "Dema ez hatim dibistanê me û zarokan hevdu hembêz kir û êdî ew min bernadin. Hevoka wan a ewil 'Mamoste tu yê jî herî?' bû. Lewra her tim mamosteyên bi mehane perwerdeyê daye wan. Ez dixwazim bangî mamosteyên ku tayîna wan derketiye vir lê naxwazin werin, Yuksekova ne cihekî ku wek ku hûn di medyayê de dibînin ne. Ez hatim li vir û pir kêfxweş bûm. Mirovan alîkariya min kir. Dema ez hatim min dît ku ev der ne wek medyayê de tê nîşandan e."
Ozge Cansuya ji Erdexanê jî got ku dema ew hatine her kesî alîkariyê da wan û mirovên li vir pir xwîngerm in. Cansu daxuyand ku ew pir kêfxweşin ku li Yuksekovayê wezîfeya xwe dikin.
Cansuyê bangî mamosteyên din jî kir ku bila bi dilrehetî werin li vir û mamostetiyê bikin.