MOSKO
Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ji bo çendîn hevdîtinan hat Rûsyayê û li vir bi hemmewqiyê xwe Dîmîtrî Medvedev re hat bal hev.
Li gorî daxuyaniya Serokwezîrtiya Rûsyayê, Medvedev got ku ligel rewşa herêmê pêwendiyên Rûs û Iraqê pêş dikevin û ziyareta Îbadî jî delîla hevkariya herdu welatan e. Medvedev destnîşan kir ku divê pêwendiyên Rûsya û Iraqê him di asta hikûmet, him di asta parlemento û him jî di warê bazirganiyê de bên pêş xistin.
Îbadî jî got ew wisa difikirin ku pêwendiyên Rûsya û Iraqê xwedî perspektîf in û seredana wî jî delîla vê yekê ye. Serokwezîrê Iraqê Îbadî diyar kir ku ew dixwazin di warê leşkerî, aborî, neft û xaza xwezayî de bi Rûsyayê re hevkariyê bikin.
Îbadî got ji bo ku ew neçe Moskoyê li ser wî zext hat kirin û wiha dewam kir: "Hin hêzan ji min re pêşniyaz kirin ku ez dest ji vê seredanê bikşînim."
Îbadiy wê di çarçoveya hevdîtinên li Moskoyê de bi Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re were bal hev.