BERLÎN
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê dema ku li Swîsreyê xwe dişiqitan piyê wê ji ber çû, şemitî û hestiyê qorika wê derizî. Ji ber vê yekê gelek bernameyên xwe betal kir lê zarok û xortên ku ji bo penaberan alîkarî kom dikirin qebûl kir.
Merkelê di betlaneya xwe ya Noelê de li Swîsreyê xwe dişiqitan lê bê hemdê xwe ket û hestiyê qorika wê derizî. Li ser vê bijîşkan ji bo 3 hefteyan rapor danê ku bêhna xwe bide. Piştî vê gelek bernameyên Merkelê yên fermî hatin betalkirin lê serlêdana zarok û ciwanên ku di çarçoveya ji bo penaberan alîkarî komkirinê betal nekir. Zarok û xort ji bo ku alîkariyê kom bikin Serokwezîriya Almanyayê ziyaret kirin û Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê wan qebûl kir. Piştî qezayê cara ewil e ku Merkel derket hemberî kamerayan. Merkelê zarok û ciwanên ku ji bo penaberan alîkarî kom dikirin qebûl kir.
Zarokên ku cil û bergên herêmî li xwe kiribûn bi Serokwezîra Almanyayê re wêne kişandin. Merkelê diyar kir ku bi tenê ne ji bo penaberên li Almanyayê divê ji bo penaberên li çar aliyê dinyayê divê alîkarî bê komkirin.
Bi taybetî bal kişand ser rewşa Sûriye û penaberên ku ji wê derê derbasî Libnanê bûne û da zanîn ku ji bo perwerdehiya wan dixwazin ji wan re dibistanê ava bikin.