HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî Serokê Tevgera Goranê Noşîrvan Mistefa û heyeta wî qebûl kir.
Li gor daxuyaniya fermî ya serokatiya HKIyê hevdîtin li avahiya Barzanî pêk hat. Di hevdîtinê de li ser mijarên hikûmeta ku dê bê avakirin û polîtikayên ku dê bên şopandin hat sekinandin.
Barzanî û Mistefa ji bo ku Serokomariya Iraqê bê bidestxistin û li Bexdayê mafên kurdan bi awayekî xurt bê parastin bi hev re tev bigerin biryar dan. Di civînê de behsa nameya ku Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî şand aliyên siyasî jî hat kirin.