ANKARA
Li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Saraybosnayê ji bo karkerên ku di bobelata kana madenê ya li Somayê de mirin, merasima bibîranînê hat lidarxistin.
Balyozê Tirkiyeyê yê Saraybosnayê Ahmet Yildiz di merasimê de axivî û xemgîniya xwe ya ji ber bobelata madenê ya li Somyê anî ziman.
Yildiz got ku ez hêvîdar im ku car din bûyereke bi vî awayî neqewime û ji bo kesên mirî rehmet ji bo birîndaran şifa xwest û sersaxî da malbatên ku xizmên wan mirin.
Yildiz da zanîn ku hemû biyaniyên ku beşdarî "Forûma Kar a Saraybosnayê" bûn sersaxiyên xwe ji hikûmeta tirkan re dişînin.
Pişt re al heta nêvî daxistin, ji bo rêzgirtinê sekinîn, dia kirin û lênûska sersaxiyê vekirin.
Serokê Konseya Serokatiya Dewletê ya Sê Alî yê Bosna Hersekê Bakîr Îzzetbegovîç berî her kesê lênûska sersaxiyê îmze kir û sersaxiya xwe di wir de nivîsand.
-Baku
Li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bakuyê karkerên ku di bobelatê de mirin hatin bibîranîn.
Arîkarê Serokwezîrê Ezerbaycanê Abid Şerîfov, Balyozê Tirkiyeyê yê Bakuyê Îsmaîl Alper Coşkûn, perlementer, xebatkar û mişawirên balyozxaneyê, nûnerên saziyên tirkan ên li Ezerbaycanê û karsazên tirk beşdarî merasimê bûn.
Balyozê Tirkiyeyê yê Bakuyê Coşkûn jî ji bo karkerên ku di bobelata Somayê de mirin sersaxî da û got ku em jî wekî malbatên karkeran xemgîn in. Coşkûn got ku gelê Ezerbaycanê di vê xemgîniya me de li ba me bû. Bila ne li Ezerbaycanê ne jî tu welatekî din bûyereke wiha neqewime.
Kesên ku beşdarî merasimê bûn pişt re hestên xwe li ser lênûska sersaxiyê nivîsîn.
-Qûdus
Li Serbalyozxaneya Tirkiyeyê ya Qûdusê lênûska sersaxiyê hat vekirin. Koordînatorê taybet ê hevdîtinên aştiyê yê Sekreterê Giştî yê NYê û Nûnerê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-mûn, Robert H. Serry îmze kir.
Balyoz Mûstafa Sarniç, li ber derî pêşwaziya Serry kir. Serry lênûsk îmze kir û daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ez serê gelê Tirkiyeyê sax be. Heke daxwaz bikin em wek NYê em ê her cure arîkariyê bikin.
-Roma
Li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Romayê bi beşdariya Serokê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a TBMMê Ayhan Sefer Ustun û parlementerên bi wî re merasima bibîranînê hat lidarxistin.
Piştî sekna rêzgirtinê alaya tirkan a li Avahiya Balyozxaneyê daxistin nîvî, dia kirin û lênûska sersaxiyê vekirin.
Ustun lênûska sersaxiyê îmze kir û di merasimê de axivî û der barê bobelata madenê ya li Somayê de agahî dan. Ustun got ku li gor me ew kesên ku di bobelatê de mirin şehîd in, dewlet dê li kesên ku li paş wan man bi awayê herî baş binêre û hemû hewceyiyên wan pêk bînin.
-Belgrad û Zagreb
Li balyozxaneyên Belgrad û Zagrebê jî ji ber bobelata li Somayê al daxistin nîvê dîregê, ji bo rêzgirtinê sekinîn û lênûska sersaxiyê vekirin.
Balyozê Tirkiyeyê yê Belgradê Mehmet kemal Bozaya peyamek li ser lênûska sersaxiyê nivîsî û got ku ev bobelat bobelata herî mezin a madengeriya Tirkiyeyê ye.
-Abû Dabî, Dubaî
Xebatkarên balyozxaneyê û hin welatiyan li Balyozxaneya Abû Dabûyê ji bo karkerên ku mirin merasima bibîranînê li dar xist û lênûska sersaxiyê vekir.
-Ezherê peyama sersaxiyê şand
Şêxê Zanîngeha Ezherê ya Misirê Ehmed et Tayyîb jî ji ber bobelata madenê ya li Somayê peyama sersaxiyê şand û xemgîniya xwe anî ziman.