Piştî ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk va Bab ji DEAŞa rêxistina terorî safî kir, Bab bû stargeha nû ya gelê mezlûm ê ku li herêmê aramiyê digere.
30 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
Gaziantep
GAZÎANTEP/HELEB
Piştî ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk va Bab ji DEAŞa rêxistina terorî safî kir, Bab bû stargeha nû ya gelê mezlûm ê ku li herêmê aramiyê digere.
Operasyona Mertalê Feratê par meha tebaxê dest pê kir û li Sûriyeyê bû hêviya gelê ku bîra hizûrê kiriye. Di operasyonê da pêşiyê Cerablus hat rizgarkirin û paşê jî Bab hat xelaskirin û ew jî wek Cerablûsê bû "lîmana biewle" ya herêmê.
Navçe dema ku di destê DEAŞê da bû, nifûsa wê heta 15-20 hezarî daket û piştî ku hat azadkirin, cardin ji bajar û navçeyên der û dora wê penaberan koç kirê. Vê gavê nêzî 80 hezar kes li Babê dijîn. Malbat bi piştgiriya Artêşa Azad va malên xwe çêdikin, binesaziya av û ceyrana xwe temîr dikin.
Ekîba AAyê di rêya Babê da rastî malbata Xelîl hat û malbata ku ji 8 kesan pêk tê, bi hêviya hizûrê ket rêya Babê.
Malbata digel rejimê ji ber PYD û DEAŞa rêxistina terorî 3 sal koçber bûn ji Ezazê vegeriyan Babê.
Malbata vegeriya Babê li cem xizmên xwe bi cî bû û Leşkerên Artêşa Sûriyeya Azad jî ji bo kişandina malê alîkarî dan malbatê.
- "Em ê di demeke kurt da Babê bikin wekî berê"
Xelîl Xelîlê ji ferdên malbatê destnîşan kir mala wan xera bûye û wiha got: "Çi dibe bila bibe em vegeriyan welatê xwe. Em vê gavê li cem xizmên xwe dimînin. Em ê cardin mala xwe çêkin."
Xelîl diyar kir rêxistinên terorî zerereke mezin dan herêmê û wiha xeber da: "Terorîstan malên me xera kirin û însan kuştin. Em ê di demeke kurt da Babê bikin wekî berê."