Guler Ozavci Doguya ku di Zanîngeha Selçûkê Faqulteya Perwerdeyê ya Meslekî de dixwend û di 28ê Sibatê de ji ber şalpeya xwe 2 caran ji zanîngehê hat dûrxistin, di hilbijartinên herêmî de bû namzeda BDPyê û wek Seroka Şaredariya Hezroya navçeya Diyarbekirê hat hilbijartin.
Doguyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku di salên 1998 û 1999an de dema ku li Konyayê xwendekar bû ji ber şalpeya xwe zehmetî kişandiye û di pêvajoya 28ê Sibatê de jî tundiyeke mezin li ser xwendekarên sergirtî hebû.
Doguyê destnîşan kir ku li zanîngehê tengasiyên mezin kişandiye û wiha axivî: "Di sala 1998an de pêşî cezayê îqazê, paşê mehekê cezayê dûrxistinê û pey re jî 6 meh cezayê ji zanîngehê dûrxistinê dan min. Ji ber vê sedemê zanîngeha min salek dirêj bû. Me li zanîngehê tengasiyên mezin kişand. Pêvajoyeke zor û zehmet bû. Pêvajoya 28ê Sibatê ji bo me wisa dijwar bû ku me memûrtî jî ji aqilê xwe derxistibû. Ji ber vê sedemê jî 9 salan di sektora taybet de xebitîm. Paşê ku di kamûyê de hêsanî çêbû, ez bûm memûr."
Doguyê destnîşan kir ku ji bo rakirina qedexeya li ser sergitinê têkoşîneke mezin hat dayîn û got ku ev jî têkoşîna derûdorên demokratîk ve pêk hat.
Doguyê destnîşan kir ku di heyama 28ê Sibatê de xeyal bû ku kesên sergirtî bibin serokên şaredariyê û wiha axivî: "Lê ez niha kêfxweş im ku bûm seroka şaredariyê û ji ber ku di BDPyê bûm seroka şaredariya kêfxweşiya min mezin e. Çimkî BDP partiyeke ku hemû cihêrengiya di xwe de dihewîne. Welatê me di vî warî de dewlemend e. Bi taybetî jî ji ber ku di BDPyê de bûm namzed û nasnameya xwe ya dîndariyê diparêzim, kêfxweş im."
Doguyê di berdewamiyê de wiha got: "Cara ewil e ku li vî welatî kesên sergirtî xwedî avantaj in û ev jî li Hezroyê ji bo jinan bû hêvî. Li vir jin zû bi zû dernakevin sikakan, ji ber vê jî em derî bi derî geriyan. Li vir pergaleke feodal heye û ez hêvî dikim ku di nav 5 salan de em ê bixebitin ku ev pergal bişkê."