İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Misteşarê Serokatiya Rêvebiriya Herêmî ya Yêmenê û Serokê Komeleya Rehmeta Seba Mirovahiyê Mihemed Hesen Alsoudî diyar kir ku welatê wî di dîroka xwe da heyama herî xerab dijî û mihtacê alîkariyê ye û wiha dewam kir, "Li Yêmenê pir acil pêdivî bi alavên însanî yên sereke heye. Li welatê me vê gavê mirov daran jê dikin û dixwin. Em bangî hemû xêrxwazên Tirkiyeyê dikin ku li Yêmenê kesek be jî bi awayekî acil bira xelas bikin."
Platforma Alîkariya Însanî ya Şanliurfayê bi piştgiriya walîtî, şaredariya bajarê mezin seba Yêmenê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Alsoudî di çarçoveya kampanyayê da hat bajêr û ji nûçegihanê AAyê ra li ser rewşa dawîn a li welatê xwe daxuyanî da.
Alsoudî diyar kir, li Yêmenê nêzî 4 sal berê şerê navxweyî dest pê kir û ji ber şer li welêt krîzên herî mezin ên xela û mirovahiyê yên sedsala dawîn heye û li welêt ku nifûsa wê 29 milyon e, 22,2 milyon mirov mihtacî alîkariya însanî û parastinê ye.
Alsoudî daxuyand ku li welatê wî pevçûnên navbera hêzên koalîsyona ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike û Hûsiyan dewam dike û zêde dibe.
Alsoudî destnîşan kir ku Yêmen ji welatên herî feqîr ên dinyayê yek e û ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê li welatê wî civata navneteweyî tiştekî nake û hevdîtinên aştiyê yên ku di bin banê Neteweyên Yekbûyî da hatin kirin jî tu encam jê derneketin.
Alsoudî got ku di şer û xelaya li welatê wî da herî zêde zarok û jin zirarê dibînin û ji ber şerê navxweyî 16 hezar sivîl mirin, nêzî çaryeka vê hejmarê ji zarokan pêk tê.