İbrahim Atmaca
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
BRUKSEL
Dîwana Edaletê ya Ewropayê biryar da ku Îngiltere dikare yek alî pêvajoya (Brexit) veqetandina ji Yekîtiya Ewropayê (YE) Brexîtê betal bike.
Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku navenda wê li Luksenburgê ye û mehkemeya herî payebilind a YEyê ye, ji bo doza ku seba pêvajoya Brexitê ya Îngiltereyê biryar da.
Mehkemeyê biryar da ku Îngiltere dikare yek alî biryara xwe ya ji Ewropayê veqetînê paşve bikşîne.
Di biryarê da wiha hat gotin, "Dema mehkeme ji Konseya YEyê ya ragihîne ku dilê endamekî heye ku ji Yekîtiya Ewropayê vekişe, ew dewleta endam cardin bi tena serê xwe dikare vê biryara xwe betal bike û serbest e."