XEZE
Misrê Deriyê Sînor ê Refahê ku li Xezeyê deriyê tekane ye ku vedibe dinyayê, vekir.
Midûrê Îdareya Deriyên Sînor ê Xezeyê Mahir Ebû Subhe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ber destê sibehê bi hezaran kes ku li ber deriyê sînor disekinîn ji Xezeyê derketin."
Ebû Subhe destnîşan kir 4 hezar nexweş, 3 hezar xwendekar bi tevahî nêzî 15 hezar kes dixwazin ji deriyê sînor derbas bibin. Ebû Subhe bangî rêvebiriya Qahireyê kir ku deriyê sînor tim vekirî bihêlin.
Rêvebiriya Qahireyê roja çarşemê destnîşan kiribû ku wê ji bo sê rojan deriyê sînor du alî vekirî bihêlin.