BAKU
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û heyetên herdu aliyan hevdîtin kirin û mijarên sereke yên hevdîtinê Sûriye, Ukrayna, Kirim û rewşa tataran hat nirxandin.
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo vekirina merasima Lîstikên Ewropayê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dewet kiribû û Erdogan jî di çarçoveya gera xwe de hin hevdîtinên fermî kir.
Di roja duyemîn a bernameya xwe ya Bakuyê de Erdogan bi Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kir.
Serokê heyeta Tirkiyeyê Serokomar Erdogan bû û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Alîkarê Sekreteriya Giştî ya Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Bînalî Yildirim di nav heyetê de bûn. Hevdîtina di navbera heyetên her du dewletan de bi qasî saet û nîvekê dewam kir.
Piştî hevdîtina heyetan herdu serok yeko yek hevdîtin kirin û civîna wan jî bi qasî saetekê dewam kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin hildan Pûtîn û Erdogan di hevdîtinê de ji bilî têkiliyên di navbera herdu dewletan de meseleyên navneteweyî jî nirxandin.
Hat gotin ku di nav mijarên sereke yên hevdîtinê de Sûriye, Ukrayna, Kirim û rewşa tataran jî cih girt.