HELEB
Hat ragihandin ku çekdarên mixalifan li hawirdora gundê Başkoyê yê li bakûrê Helebê çalakiyên xwe bi pêş xistin û 30 leşkerên rejîmê kuştin.
Yek ji berpirsê çapemeniyê yê Eniya Şamê ya li Helebê (el-Cephe eş-Şamiye) Yasîr Ehmed di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku çekdarên mixalifan li derdora gundê Başkoyê ya li herêma Handaratê ya ku cihekî stratejîk e bi hêzên rejîmê re pevçûn.
Ehmed destnîşan kir ku çekdarên mixalifan li hawirdorê gundê Başkoyê bi pêş ketin û di navê de sûbay jî 30 leşkerên rejîmê kuştin û wiha berdewam kir: "Çekdarên mixalif di nava vê meha dawîn de êrîşên xwe bêtir li bakûrê Helebê pêk tînin. Ji ber vê ablûqeya hêzên rejîmê ya li ser Helebê şkest."
Ehmed bal kişand ku hêzên rejîmê ji beja û hewayê mixalifan didin ber bombeyan û wiha pê de çû: "Ji ber êrîşên hewayê yên hêzên Esed, mixalif bişev operasyonan li dar dixin. Hêzên Esed di nava mehekê de li bakûrê bajêr gelekî zaiyat da û hê jî dide."