Berpirsiyarê Maseya Penaberan ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Dîndar Zebarî ragihand ku li Iraqê 2 milyon û 300 hezar kesî mala xwe terk kir, ji penaberan milyonek û 200 hezar kes li herêma Kurdistanê dimînin.
Zebarî der heqê pirsgirêka penaberan de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li gor raporên ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) û saziyên din ên pêbawer ên navneteweyî amade kirin, li Iraqê 2 milyon û 300 hezar kesî mala xwe terk kir û wiha dewam kir: "Ji penaberan milyonek û 200 hezar kes li Kurdistanê dimînin. Ji bilî van li herêma me 230 hezar penaberên sûriyeyî hene. Nîvê zehf ê penaberên sûriyeyî li kampên Dihokê dimînin."
Zebarî daxuyand, penaberên herêma Kurdistanê piranî li otêl û malan dimînin, rêjeya kesên ku di kampan de dimînin ji sedî 20-30 ye.
Zebarî destnîşan kir, "Em bi trajediyeke însanî re rû bi rû ne" û wiha pê de çû: "Em ji peydakirina hewcadariyên penaberan zehmetiyê dikşînin. Em bi fikar in. Ji bo perwerde, kar û pirsgirêkên penaberan pêdiviya me bi piştgiriyê heye."
Zebarî got ku li herêma Kurdistanê qeyrana aboriyê heye û ji ber vê çendê jî herêm tenê nikare ji bin barê penaberan derkeve, ji bo vê jî pêdiviya wan bi alîkariya hikûmeta Iraqê ya navendî, welatên cînar û civata navneteweyî heye.
Dîndar Zebarî diyar kir, hikûmeta Kurdistanê di 2013an de ji bo penaberan 100 milyon dolar budçe veqetand, lê ji ber qeyrana aboriyê ev budçe nema. Zebarî got ku divê hikûmeta Iraqê ya navendî di vê mijarê de alîkariyê bide wan û Bexdayê heta niha tenê carekê 800 dolar da malbatekê, ji bilî vê tu tişt nekir.
- Rapora HRWyê
Zebarî der heqê îdiaya Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (HRW) ya "Ereb ji ber DÎŞIyê ji mal û milkên xwe bûn. Rêvebiriya Kurdistanê destûr neda ku ereb vegerin malên xwe" de wiha got: "Em ji ber vê ketin nav fikaran. Lewra di nav vî karî de mebestên cuda hene. Tu pirsa saziyê tuneye ku me bersiva wê nedaye. Eleqeya xebatê bi rapora mafên mirovan tuneye. Rapor siyasî ye, dixwazin ku bi vê raporê anarşiyê derxin. Dixwazin ku navbera kurd û ereban xirab bikin."
Zebarî destnîşan kir, ji ber ku li Zûmarê şer hê dewam dike û binesaziya herêmê têk çûye, tu welatiyên ereb venegeriyan mala xwe. Zebarî got ku rêxistina terorê li gund û bajarokan û li ser rêyan teqemenî bi cih kiriye û ji ber vê çendê ye ku mirov venagerin malên xwe, herêma Kurdistanê tu kes asteng nekiriye ku vegerin malên xwe.
Zebarî got ku piştî ku herêma Kurdistanê deriyê xwe ji penaberan re vekir, ji hin penaberan kete şikê û jêpirsîna wan penaberan dewam dike û wiha dewam kir: "Heta niha hat tesbîtkirin ku têkiliya 322 kesan bi DÎŞIyê re heye û ev hatin binçavkirin. Ji van 83 kes hatin berdan, der heqê 239 kesan de jî lêkolîn dewam dike. Malbatên wan diçin girtîgehan û wan ziyaret dikin, kesên gumanbar dikarin parêzeran jî bigrin, ev şikbar wê di çarçoveya zagona terorê de werin darizandin."
Li gor îdiayan erebên ku hatin binçavkirin, bi destê hêzên kurdan êşkence dîtin. Zebarî ev îdia red kir û wiha got: "Kes li asayîşê êşkencê nabîne. Yên ku hatine girtin hemû sewqî dadgehê dibin. Dadgeh biryara wan dide. Ji bo vê yekê deriyê herêma Kurdistanê ji saziyên navneteweyî û HRWê re vekiriye. Ev sazî dikarin werin rewşa girtiyan di cî de bibînin."