QAHÎRE
Kurê Mûhammed Mursiyê ku cara ewil li Misrê ji bo serokkomartiyê hat hilbijartin û piştî derbeyê ji peywira xwe hat hilgirtin Ûsame Mursî got ku "Serokkomar Mursî heta dawiya emrê xwe dê têkoşînê bide û dev ji rêya meşrû bernade."
Ûsame Mursî li ser navê malbata xwe peyamek ji bo cejnê weşand û di peyamê de wiha got: "Serokkomar heta dawiya emrê xwe dê têkoşînê bide û dev ji rêya meşrû bernede. Wê li ber zilm û zordariyê ber xwe bide û têk neçe. Mursî piştî hewqas şehîd û girtiyan wê bi derbekeran re muzkere û lihevkirinê nepejirîne. Ew dê ji bo azadiyê rihê xwe feda bike. Hewqas kes bi tênê ji bo parastina serokkomarekî dernakevin qadan, ji bo li hemberî dijminan parastina gel derdikevin qadan."