MEKKE/EREFAT
Îsal nêzî du milyon û nîv endamên hecîtiyê ji çar aliyê dinyayê çûn axa pîroz. Endamên hecîtiyê ji duh êvarê pê ve kom bi kom derdikevin Erefatê û di konên xwe de bi cih dibin. Bi milyonan însan ber bi Erefatê ve diçin û dixwazin bibin hecî.
Ekîba AAyê wekî her sal îsal jî dîmenên endamên hecîtiyê bi helîkopterê ji hewayê kişand. Ekîba AAyê ji xeynî Erefatê dîmenên Muzdelîfe, Mîna û Kabeyê jî, ji hewayê kişandin.
Tewdîrên ewlehiyê yên berfireh li derdora Erefatê hatine girtin, tu kes nikare ji bilî rêyên eşkere derkeve Erefatê. Bi saya vê jî endamên hecîtiyê ji bo ku nekevin tengasiyê zû dimeşin. Wezareta Karên Hundir a Erebîstana Siûdî destûrê nade kesên ku dixwazin bi qaçaxî derkevin Erefatê. Kesên ku vê hewlê didin ji aliyê wezîfedaran ve tên girtin. Hêzên ewlehiyê ji bo ku rê li ber êrîşên terorî jî bigrin 24 saetan bênavber dixebitin.
Hat diyarkirin ku Wezareta Tenduristîyê ya Erebîstanê jî ji bo ku di nav heciyan de nexweşiyên şopê belav nebin tewdîrên berfireh girtine.