QAHÎRE
Partiya Misira Bihêz daxuyaniyek nivîskî da û êrîşa hêzên ewledar ya li ser derbenexwazên Qada Rebîetu'l Adewiyeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Artêş û polêsan soz dabûn ku di hemû xwepêşanên aşitîxwaz de ewlehiya canê gel biparêzin. Tê fehmkirin ku li herêmê peywirdarkirina hêzên ewlehiyê ne ji bo têkoşîna bi terorê re ye, ji bo kuştina gel e. Heke jibo parastina gel quweta hêzên ewlehiyê tunebe, bila hikûmet îstifa bike."
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dawî li êrîşên hêzên ewlehî û komên "baltaci" bînin û hat gotin ku divê nexweşxaneyên li herêmê bi malzemeyên hewcedar demildest bibe arîkarê tedawîkirina birîndaran. Divê derbarê komkujiyê de lêpirsîn bê destpêkirin û weşanên ku komkujiyê teşwîq dikin û di nav gel de dibin sedema nefret û aloziyê bên rawestandin.
Serokê Eniya Rizgariya Neteweyî (ERN) Abdulgaffar Şûkûr daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û êrîşan şermezar kir. Şûkrû îdîa kir ku di navbera banga es - Sîsî û êrîşan de tu têkilî tuneye.
Şêwirmendê Şêxê El-Ezhera Misirê eş -Şafiî jî ji ber bêbertekiya wan saziyên mafên mirovan yên navneteweyî rexne kir û got ku me di heyama dîkatatoriyê de jî tiştekî wekî vî nedî.