QAHÎRE
Li Misrê heyeta ku ji rêxistina mafên mirovan pêk tê diyar kir Mûhammed Mûrsiyê ku ji hêla derbeya leşkerî ve ji wezîfeya xwe hat dûrxistin li derveyî Qahîreyê tê girtin.
Hat ragihandin ku endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Ereb Muhammed Faîk û Midûrê Navenda Parêzeran Nasir Emîn çûne ziyareta Serokê Dîwana Serokomariyê yê berê Muhammed Rifaa et-Tahtavi û Midûrê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariyê yê berê Esad Şeyha.
Faîk nûçevanê AAyê re axivî û diyar kir ku ziyareta wan 50 deqîqe dewam kiriye.Ji ber ku profesorê huqûqê Muhammed Selim el-Avva di heyetê de tuneye, Mûrsî hevdîtina wan qebûl nekiriye.
Faîk ragihand ku ew bi helîkopterê birine derveyî Qahîreyê û di vê hevdîtina Tahtavî û Şeyhayê de agahî girtine ku tenduristiya Mûrsî baş e û hemû lazimiyên wê pêk tên. Lê daxwaziya wan a tekane ew e ku ka bizanibin ew li ku ne û eqrebayên xwe bibînin.