Önder Beyter
02 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2017
PARÎS
Seroka Konseyê Meryem Rajavî û Prensê Erebistana Siûdî Turkî el-Feysel di serî da hin rayedarên ereb û yên navneteweyî beşdarî çalakiya Muxalefeta Îranê Konseya Neteweyî ya Berxwedana Îranê ya li Parîsa paytexta Fransayê bûn.
Rajaviyê li çalakiya ku li Salona Konferansê ya Villepinteê hat lidarxistin û bêtirî 100 hezar kesî beşdar bû da axaftinek kir û herwiha slav da kesên ku bo Îraneke azad ji 5 parzemînan hatin.
Rajaviyê di axaftina xwe da diyar kir ku ev hevdîtin, di warê têkçûna siyasî ya Ewropa û DYAya ku bi rejima Îranê da peywendiya wan heye û herwiha "bi temamî têkçûna dîktatoriya dînî ya Xumeynî" da pir girîng e û wiha dewam kir, "Çareserî bi tenê, hilweşandina rejima Îranê ye. Berxwedana Îranê binê vê yekê xêz kir û li cihanê gelek însanî jî qebûl kir."
Meryem Rajaviyê îdia kir ku rejima Îranê nikare bersivê bide pêwîstiyên gel û herwiha ji ber ku nikare kêşeyên herêmê çareser bike, dibe ku hilweşe û wiha îdia kir, "Berxwedana Îranê bona kêşeyên welat ên di warê siyasî, civakî û entelektuel da çareya herî baş e û herwisa rûxîna rejimê meşrû û pêwîst e."
Prens Feysel jî bal kişand ku ew beşdarî civînê bû û herwiha ev yek bona wî rûmet e û ewê ji bo azadiya Îranê ligel hev têkoşînê bidin.
Turkî el-Feysel diyar kir ku gelek kes hene mîna Ayetullah Xumeynî nafikirin, yekemîn qurbaniyên Xumeynî, îranî ne û ji ber hindê divê rejima Îranê birûxe.
Li ser navê delegasyona muxalefeta Sûriyeyê jî Nasr Herîrî axaftinek kir û got ku ji bo aştî were Rojhilata Navîn, welatên ku bi Îranê ra peymanên wan hene, divê peymanên xwe betal bikin.
Amadebûyan bona axaftina Herîrî zehf çepik lê dan.
Li ser navê delegasyona Filistînê jî Walid Assaf xîtabî amadebûyan kir û got ku wan ji Filistînê peyama aştiyê anî.
Rêxistina Mucahîdên Gelê Îranê di 1965an da bona rûxandina rejima Şah Mihemed Riza Pehlewî hatibû damezirandin.