Serokwezîr Davutoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî hatin bal hev û di hevdîtinê de li ser mijarên wek rewşa însanî û ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê Iraqê, alîkariya însanî ya Tirkiyeyê dide, hevkariya vejenê ya ku berdewam dike axivîn.
Li gor agahiyên ku ji çavakniyên serokwezîriyê hatin hildan, Davutoglu û Barzanî li avahiya navendî ya Serokwezîriyê hevdîtin kir. Piştî hevdîtina her du serokan di navbera lijneyan de jî civîn hat kirin.
Di civînê de li ser mijarên wek rewşa însanî û ewlehiyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, alîkariya însanî ya Tirkiyeyê dide, hevkariya vejenê ya ku berdewam dike axivîn.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di hevdîtinê de got ku "Em ê alîkariyê bidin birayên xwe yên kurd ên iraqî û dê alîkariya ku em didin berdewam bike."