HELEB
Hat ragihandin ku li Heleba Sûriyeyê muxalifan tunelek kolan û bi vî awayî gihîştin binê avahiyekê û ji binî ve ev avahî teqandin. Di encama teqînê de 40 leşker mirin.
Çavkaniyên muxalifan daxuyandin ku hêzên girêdayî Eniya Îslamê li herêma Bazara Zehrayê tunelek kolan û gihîştine avahiyeke ku hêzên rejimê ji xwe re wek biryargeh bi kar dianîn. Li vir baregeh ji binî ve teqandin û di teqînê de 40 leşker mirin û gelek jî birîndar bûn.
Piştî êrîşê di navbera muxalif û hêzên Esed de pevçûn çêbûn.