Nûnera Bilind a Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Catherîne Ashtonê ragihand ku muzakereyên der barê bernameya nukleer ên di navbera Îran, 5 endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û Almanya (5+1) de hatin paşveavêtin û biryar hat dayin ku di 20ê mijdarê de dewam bikin.
Muzakereyên dê li Cenewreyê di navbera Ashton û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf de bihatana kirin lê di dawiya konferansê de DYA, Rûsya, Îngillistan, Fransa, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê digel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê beşdarî konferansê bûn. Di dawiya konferansa ku sê roj dewam kir de, li Navenda Konferansên Navneteweyî civîna çapemeniya ya hevpar hat kirin.
Ashtona ku daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar xwend, diyar kir ku seranserê civîna 3 roj dewam kir de hevdîtin baş derbas bûn û got: "Me di gelek mijaran de li hev kir û gavên ber bi çav hatin avêtin, lê hin mijaran de hêj jî dubendî dewam dike."
Muzakereyên ku sê roj dewam kirin, hatin taloqkirin û hat diyarkirin ku dê di 20ê mijdarê de li Cenewreyê dewam bikin.